SANA
Hat ragihandin ku hikûmeta Yemenê û Serokomarê Yemenê Abdurabbu Mansur Hadî îstifa kir.
Rayedarekî hikûmetê û rayedarekî serokomariyê daxuyanî dan nûçegihanê AAyê. Rayedarê hikûmetê daxuyand hikûmeta ku serokatiya wê Xalid Mahfuz Bahhah dikir, îstifaya xwe da Serokomar Abdurabbu Mansur Hadî. Rayedarê serokomariyê jî daxuyand, piştî ku hikûmetê îstifa kir, Serokomar Hadî jî îstifa kir. Rayedaran navê xwe nedan.
Hatibû daxuyandin, hikûmetê bi hinceta ku "Hereketa Hûsî Ensarullahê midaxaleyî rêvebiriyê kir û li gor peymanên ku li ser mitabiq man, tevnegeriya" îstifaya xwe dabû Serokomar Hadî.