Hat diyarkirin ku li Bexdaya paytexta Iraqê di êrîşan de 7 jê leşker bi tevahî 9 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, li Taciya navçeya Bexdayê êrîşî wesayiteke leşkeran kirin, di êrîşa bombeyî de 4 leşker mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Muşahede ya li ser navçeya Tarîmiyê jî êrîşeke bombeyî hat lidarxistin, di êrîşê de 1 jê serpel 3 leşker mirin, 10 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Ûrê ya paytext Bexdayê jî êrîşeke bibombe hat kirin û di vê êrîşê de jî 2 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.