Li Îranê pêşangeha bi mijara "Dinyayeke Bêtundî" ya navneteweyî hat vekirin.
Merasima vekirina pêşangehê li Navenda Çandê ya Niyaweranê ya li Tehranê hat kirin û Sekreterê Giştî yê Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî Mihemed Nihanwediyan û Wezîrê Îrşad û Çandê Elî Cennetî di merasimê da hazir bûn.
Cennetî daxuyanî da û destnîşan kir ku divê pêşnageh li gelek derên dinyayê û Îranê were nîşandan û got ku bira bi berhemên xwe beşdarî têkoşîna li dijî tundiyê bibin.
Di pêşangehê da 99 berhem cî digirin. Ji xeynî Îranê ji dewletên wek Çîn, Tirkiye, Rûsya, Elmanya, DYA, Japonya, Venezuela, Iraq, Fransa, Hindistan, Yewnanistan û Arjantîn, bi tevahî ji 30 dewletan hezar û 255 berhem beşdar bûn û 99 berhem ji nav wan hatin hilbijartin. Hat destnîşankirin ku xelata pere jî dan xwediyên berheman.
Pêşangeh wê heta 24ê sibatan vekirî be.