Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ji bo ku beşdarî panelekê be hat Navenda Çandê ya Garantiyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê û bi xwendekarên zanîngehê re hat bal hev.
Demirtaş polîtîkaya sûriyeyê ya îqtidarê rexne kir û wiha axivî: "Li Sûriyeyê her tişt tê xirakirin û hê jî dewam dike. Ew bajêr muzeyên servekirî yên ku şopa gelek bajarên lê hebûn, bûn. Êdî yek ji wan nema. Em dê bibînin, ew der dê bibin wek Levendê, dê wir kule bilind bibin û ev jî dê wekî çîrokeke serkeftinê ji ciwanên sûriyeyî yên nifşên nû re bê qisekirin. Ciwanên sûriyeyî dê piştî demekî rabirdûya xwe qet nezanin. Kes li ser vê aliyê nasekine, ber guhê tu kesî nîne. Mixabin ku wir zirara herî mezin mudaxaleya Tirkiyeyê, mudaxeleyên herêmî û cîhanî û wir bi taybetî rêxistina DÎŞIyê û rêxistinên wek wê yên ku li ser navê mirovahiyê tiştên rûreş dikin, zirara herî mezin dan û hê jî berdewam dikin."
Selahattîn Demirtaş bersiva hin pirsên ku xwendekaran li ser kaxizan nivîsandin û jê re şandin jî bersivand.
Demirtaş pirsa xwendekarekî ya wekî "Heke HDP nekeve parlementoyê dê gelo dê pevçûnên çekdar dest pê bikin an na?" wiha bersivand: "Têkilî danîneke wisa tiştekî zehf rast nîne. Ez wisa difikirim ku em di her halê de dikarin bêpevçûniyê bidin berdewamkirin. Hebûna HDPyê bingeha aştiyê ye. Em ji bo ku bêpevçûnî berdewam bike dê hemû hêza xwe bi kar bînin û em bawer jî dikin ku em ê bi ser bikevin."
Demirtaş li ser pirsekî der barê bûyerên ku li Mahabada herêma Îranê diqewimin de jî wiha got: "Jinekê kurd ji bo ku nehêle endamên rêxistina îstixbarata Îranê destdirêjiya wê bikin xwe kuşt" Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li Îranê bi awayekî fermî eyaleta Kurdistanê heye. Ji ber ku tune dihesibînin kurd wir di bin tehdeyê de ne. Ev çend roj in berxwedanek heye. Gel rêxistînî ne, heke amade bin tabi kî dikarin rejima ku dixwazin biguherînin. Rejima Îranê jî rejimeke zordest e, tabi dibe ku biguhere."