ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Rîze û Trabzonê xîtabî gel kir û der barê rojevê de fikrên xwe anî ziman. Serokomar Erdogan pêşî li Qada Cumhuriyetê ya Rîzeyê di merasima vekirina komî de axivî, pişt re jî derbasî Trabzonê bû û beşdarî merasima vekirina komî bû.
Serokomar Erdogan bersiva rexneyên partiyên muxalefetê yên der heqê Serokatiya Karên Diyanetê de da.
Erdogan wiha axivî: "Partiyeke siyasî (HDP) ya ku rêxistina terorê li pişt e, bela xwe li Serokatiya Karên Diyanetê daye. Dibêje ku 'Em ê Diyanetê rakin.' Gelo Diyanetê çi bi te kiriye."
Erdogan li ser bîlboardên ku HDPyê li Wanê daliqandin jî sekinî û wiha axivî: "Li Wanê li bîlboardan çi daliqandine, Waneke ku ji lûlikan xwîn diherike. Yaw ma ji lûlikan xwîn diherike? Lê ji lûlikên wan xwîn diherike. Ez dizanim ku ji lûlikan ava şêlû, ava kevzê, ava bi herî diherike lê min qet nedîtibû ku xwîn diherike, lê ji lûlikên van diherike. Niha em hemû Tirkiye bi tevahî, birayên min ên kurd jî di nav de divê em dersa hewce dike bidin wan. Hewceyiya me bi aştiyê heye. Hewcedariya me bi biratiyê heye. Tu kes nikare vê aştiya me, biratiya me xira bike."
Erdogan got "Rêxistina paralel jî piştgiriya lojîstîk dide van" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Rojê pênc dan dê dil û qelb berê xwe bidin Kabeyê. Kurd, tirk, ereb, laz, çerkez, roman, boşnak gelê me dê bi hemû rengên xwe li dîrok, çand û baweriya xwe xwedî derkeve. Ev gel her car ji vê îmtihanê bi serketî derket. Înşallah vê carê jî ji ber ku tercîha xwe dê ji bo yekîtî û biratiyê bi kar bîne."
Erdogan piştî axaftina xwe ya li Rîzeyê derbasî Trabzonê bû û li Qada Ataturkê di merasima vekirina komî de xitabî gel kir.
Erdogan qal kir ku wek kurd, tirk, ereb, laz, çerkez, gurcî, boşnak miletek in û di axaftina xwe de li ser rêxistina paralel sekinî.
Serokomar Erdogan got ku tu carî di nav dewletê de dewletek din qebûl nakin û wiha axivî: "Rêxistina paralel tu çima li Pensîlvanyayê disekinî? Derkeve were. heke tu sûcdar nebî derkeve were. Tu çima nayê? Lê binêr hemû niha ji vir direvin. Hûn jî dizanin ku melayên van hene. Hemû niha direvin. Hûn çima direvin? Nerevin, va ji xwe re li ha bisekinin. Dizanin, dizanin ku çi kirine. Ev gel parçe kirin, xapandin. Mixabin li ku pereyên çawa berhev kirin."