Parlementerê CHPyê yê Antalyayê Deniz Balkal bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra li Avahiya Karên Derva hat bal hev û piştî hevdîtinê pirsên rojnamevanan bersivand.
Baykal destnîşan kir di mijarên ku li Tirkiyeyê îstiqrar pêk were û çareserî çêbe bi Erdogan ra di heman fikrê da ne û wiha got: "Ez jî di heman fikrê da me da ku nediyariya li Tirkiyeyê çareser bibe. Ji min ra wisa hat ku Serokomar jî wiha difikire."
Baykal diyar kir ku Erdogan erênî li koalîsyonê dinihêre û wiha xeberda: "Ji min ra wisa hat ku erênî li çareseriya koalîsyonê dinihêre. Di nav mixalafetê da jî koalîsyon çêbe îtiraza wî tuneye. Serokomar jî dixwaze demildest hikûmet ava bibe û ji min ra wisa hat ku dixwaze hemû model bên nirxandin û erênî dinihêre."