BÎNGÖL
Erdogan da zanîn ku tovên fitne û terorê tu carî nekarî kok biavêje axa Bîngolê ya ku xerca wê ya manewî zêde ye bîngoliyan di heyamên herî krîtîk ên Tirkiyeyê de ligel gel û vîna neteweyî sekinîn û got Bîngol li hember derbekeran serî netewand, firsend neda ew kesên dixwazin ku nirxên gel tune bikin û ji bo hemû welêt bû mînak.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Xaçerêya PTTyê ya Bîngolê xitabî welatiyan kir.
Serokomar Erdogan ev nirxandin kirin:
"Yekî bi qasî 18 salan azanê bi tirkî da xwendin, niha jî azanê kurdî dide xwendin û zilmê dike. Eslê azanê diyar e: "Allahu Ekber, Allahu Ekber," wisa berdewam dike. Hûn nikarin vê biguherînin, mafê we ji bo vê tune. Di vê rêyê de bermayiyên Tirkiyeya berê kî hebe, pê re hevkariyê dikin. Rêxistina terorê ya ku li Dadgeha Çaglayanê dozgerê me şehîd kir, piştgirî dide van. Rojnameyên rêxistina paralel ew qas pesnê van didin ku li tu derê cî nabin, çapemeniya Dogan a derbeker mutefîka herî mezin a wan e. Piştgiriya hin saziyên çapemeniyê yên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê wekî mustemleka xwe dibînin jî sitandiye. Ez dibînim ku gelê min li hember van hemû bûyeran înşellah bi awayekî bibiryar, bi awayê herî îdeal ji bo roja yekşemê amadehî kiriye."
Serokomar Erdogan pirsa "partiya ku di bin bandora rêxistina terorê da ye di 6-7-8ê cotmehê da çi kir, derket û got 'derkevin kuçeyan'. 50 welatiyên me mirin? Kî bûn yên ku mirin? Yên ku kuştin kî bûn? Kurd mirin. Bi destê kurdan kurda didin kuştin. Birayên min ên zaza û kurmanc wê ji vê şebekeya bêbextiyê ra bibêjin erê?"
Erdogan qal kir ku HDP li herêmê bi tehde û çavtirsandinê hewl dide ku dengan berhev bike û destnîşan kir ku bi awayê heke HDP nekeve parlementoyê dê qeyran derkeve, gel tehdît dikin. Erdogan got "Em ji van re nabêjin eywallah. Nikarin tu tiştê bikin. Dewlet bi hemû hêz û derfetên xwe ve ligel welatiyên me ye. Bila her kes biçe, dilê wê kîjan partiyê bixwaze bila dengê xwe bidê."
-"Em ê pêvajoya çareseriyê bidin berdewamkirin"
Erdogan qal kir ku di navbera encamên hilbijartinê û Pêvajoya Çareseriyê de tu têkilî tune û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Me pêvajoya çareseriyê bi wan re neda destpêkirin ku bi wan re jî dawî lê bê. Me got 'vebûna demokratîk', me got 'Yekîtiya Neteweyî û Projeya Biratiyê' û rêya xwe berdewam kir, pişt re me bi pêvajoya çareseriyê berdewam kir. Me pêvajoya çareseriyê ji bo gelê xwe da destpêkirin, em ê bi heman awayî bidin berdewamkirin. Me heta niha çi kiribe di gel van kiriye. Polîtîkayên red û înkarê, polîtîkayên asîmîlasyonê me rakirin. Li vî welatî me kurd, tirk, zaza, ereb, çerkez, gurcî, roman, arnawîd, boşnak kî bê eqlê we bila bê em ji ber ku Xwedê ew afirandine ji her kesî hez dikin. Ez ji ber ku tirk tirk e jê hez nakim, ji ber ku zaza zaza ye jê hez nakim, ji ber ku kurmanc kurmanc e jê hez nakim, ez ji ber ku Xwedayê min afirandiye wan jî afirandiye ji wan hez dikim. Mezinahî ne di kurmancbûn, zazabûn û tirkbûnê de ye. Xwedê di kitaba me ya pîroz Qur'anê de dibêje ku 'Me we wek qewm afirand, mezinahî di teqwayê de ye.' Mezinahî ev e. Tu mezinahiya ereb ser ecem, ti mezinahiya ecem jî ser ereban tune. Mezinahî di teqwayê de ye. Va ez li Bîngolê vê dibînim. Ji ber wê me bi Pêavjoya Çareseriyê li welatê me deriyên heyameke nû vekirin.
Heke hesabeke wan hebe, hesebekê gel jî heye. Heke dafikên wan hebîn, dafikên gel jî hene. Hemd ji Xwedê re ku me tu karê ku me dest avêtê nivî nehişt. Înşellah em ê pêvajoya çareseriyê jî bigihêjînin encamê. Digel rêxistina paralel, digel provokatoran em ê vê pêk bînin."