Here naveroka bingehîn
logo
logo
  • ROJEV
  • JIYAN
  • DINYA
  • ÇAND Û HUNER
  • SPOR
Türkçe
English
BHSC
Pусский
Français
العربية
Kurdî
کوردی
Shqip
فارسی
македонски
Bahasa Indonesia
Español
Polîtîka

'Kesên ku îxanetê dikin wê bedêla wî bidin'

Serokomar Erdogan: "Dewleta paralel, rêxistina paralel, em hemûyan temîz dikin. Vêgavê ji Tirkiyeyê direvin. Kesên ku îxanetê li vî welêtî dikin wê bedêla wî bidin."
25 Gulan 2015
'Kesên ku îxanetê dikin wê bedêla wî bidin'
ÎSTANBUL

 

Serokomar Erdogan wiha got: "Dewleta paralel, rêxistina paralel, em hemûyan temîz dikin. Vêgavê ji Tirkiyeyê direvin. Em ê jî bidin dû wan, lewra kesên ku îxanetê li vî welêtî dikin wê bedêla wî bidin."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Salona Sporê ya Sînan Erdemê di "Hevdîtina Esnafên Mezin ên Tirkiyeyê" de axivî.

Erdogan diyar kir, esnafên ku kredî kişandine dizanin ku di 12 salên çûyî de ji bo vê mijarê pêşveçûnên çawa çêbûn.

Erdogan li ser berkeda kêmtirîn ya ku partiyên siyasî wed dikin sekinî û wiha axivî: Yek (partiyek) dibêje hezar û 400, yek dibêje hezar û 500, yek dibêje hezar û 600, yek jî dibêje 5 hezar lîre. Kesên ku hê lê zêde bikin hene? Haya van jê tuneye ku berkeda kêmtirîn çi ye. Berkeda kêmtirîn sînorek e. Dema ku tu zêde bidî kes nikare ji te re bibêje ku 'tu çima zêde didî?', lê ji vê hindiktir nabe. Berkeda kêmtirîn tê vê wateyê."

Serokomar Erdogan projeya "Tirkiyeya Navend" ya CHPê rexne kir û wiha got: "Derketiye dibêje 'Projeya Welatê Navend'. Çi heye di vê projeyê de? Dibêje ku 'ez ê 20 sal şûnda rêjeya bêkariyê daxim ji sedî 5an'. Ji aliyekê din ve çi dibêje? '4 salan bidin min, ez ê bêkariyê sifir bikim'. Ê ev karekî çawa ye? Tu ji aliyekê ve dibêjî '4 salan bidin min, ez ê bêkariyê sifir bikim' ji aliyekê ve jî dibêjî '20 sal şûnda ji sedî 5'. Çima? Danê êvarê cuda ye, danê sibehê cuda ye... Durus bibe durust. Ev gel derewan efû nake, efû nake."

Erdogan ji beşdarvanan re got ku "Pêdiviya me bi yekîtî û bihevrabûnê heye. Ka rabin ser piyan" û wiha axivî: "Lewra partiyeke siyasî ya ku rêxistina terorê ya melûm piştgirê wê ye heye. Wisa ye an na? Van ev millet perçe kir. Hûn 6 û 7ê cotmehê dizanin, bûn sedema mirina 50 welatiyên me. Şerm nakin, fedî nakin hinek aştî, ji aliyekî din ve mirin... Ji mûslixan xwînê diherikînin. Ji mûslixan av tê av, xwîn nayê."

Erdogan gotina xwe ya "Yek millet, yek welat, yek ala, yek dewlet" bi bîr xist û wiha got: " Dewleta paralel, rêxistina paralel, em hemûyan temîz dikin. Me got ku 'em ê bikevin şkeftên wan', em ketinê, em ê dewam bikin. Vêgavê ji Tirkiyeyê direvin. Qismekî wan wê birevin Pensîlvanyayê, qismekî wan wê birevin cihên din, em ê jî bidin dû wan. Lewra kesên ku îxanetê li vî welêtî dikin wê bedêla wî bidin."

Serokomar Erdogan wiha got: "Li gor me esnaf û hunerkarên me bingeha vî welatî ne û îro ez vê bingehê li pêşberî xwe dibînim ku sipûsaxlem e."

related_topics:
Erdogan
news_share

news_share_descriptionsubscription_contact

subscription

contact_the_ombudsman

is_there_an_error_in_this_story

ombudsman_apply_button
logo

Reporting the Changing World

next-sosyalX/TwitterFacebookYouTubeInstagram

SAZÛMANÎ

  • dîrokçe
  • kûnye
  • pergala birêvebirina kalîteyê
  • prensîbên weşanê
  • polîtîkayên çapemeniya civakî
  • Polîtîkaya Veşartîbûn û Çerezan
  • Polîtîkaya Agahdarkirinê
  • RSS

PEYWENDÎ

  • Ragihandin
  • daxwazên abonetiyê

Anadolu Ajansı © 2026

Google PlayApp Store
Nûçeya berê
Nûçeya paşê
Nûçeya berê
'Em navê Selaheddînê Eyyûbî li vê balafirgehê dikin'

'Em navê Selaheddînê Eyyûbî li vê balafirgehê dikin'

Nûçeya paşê

'Birayê te çi karî dike, li ku ye?'

'Birayê te çi karî dike, li ku ye?'

NÛÇEYÊN DAWÎ

Serlêdanên kampanyaya TOKIyê ya ji sedî 25 erzaniyê dewam dike

Seferên di navbera Îran û Iraqê da dê sibê ji nû va dest pê bikin

Serokomar Erdogan: "Kes nikare bikeve navbera me û hedefa me ya Tirkiyeya Bêteror"

Wezîrê Karên Navxweyî Çiftçi serdana TEKNOFEST Başûrê Rojhilatê kir

Serokomar Erdogan: "Tirkiye di warê pîşesaziya parastinê da şoreşekê dike"

Li Mêrsînê di behrê da babelîsk çêbû

Li deverên bilind yên Rîzeyê berf barî

Hemûyê bibîne

NÛÇEYÊN TÊKILDAR

Serokomar Erdogan sersaxî da malbata polêsê cangorî

Serokomar Erdogan sersaxî da malbata polêsê cangorî

Serokomar Erdogan bi Rûhanî re li ser têlefonê axivî

Serokomar Erdogan bi Rûhanî re li ser têlefonê axivî

"Hêvî dikim ku di demek kurt de hikûmet bê avakirin"

"Hêvî dikim ku di demek kurt de hikûmet bê avakirin"

"Erdogan dixwaze hemû model bên nirxandin"

"Erdogan dixwaze hemû model bên nirxandin"

'Şebekeya bêbextiyê û ticarên xûnê  bûne rêheval'

'Şebekeya bêbextiyê û ticarên xûnê bûne rêheval'

'Bi destê kurdan kurda didin kuştin'

'Bi destê kurdan kurda didin kuştin'

'Milet bi şer xwîn û kaosê ve tehdît dikin'

'Milet bi şer xwîn û kaosê ve tehdît dikin'

'Em dê rê nedin ew kesên ku zimandirêjiya azana me dikin'

'Em ê pêvajoya çareseriyê bigihêjînin encamê'

'Em ê pêvajoya çareseriyê bigihêjînin encamê'

'Haya van ji mirovahiyê jî tuneye'

'Haya van ji mirovahiyê jî tuneye'