Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan pirsa birayê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş kir û wiha got: "Birayê te çi karî dike, li ku ye?" û wiha got: "Derketiye dibêje ku 'Li dijî DÎŞIyê rûmeta mirovahiyê diparêze, têkoşînê dide'. Yanî bi gotineke din 'terorîst'. Pekî van dema ku çek dirêjî leşkerên tirkan kir, avêtin ser qereqolan, ewladên millet şehîd kir jî rûmeta mirovahiyê diparastin?"
Akdogan beşdarî Civîna Meclisa Şêwirmendan ya Bajêr ya meha Gulanê ya AK Partiyê bû û li vir axivî. Civîn li Navenda Çandê ya Melîhgaziyê hat lidarxistin. Akdogan got ku HDPê wek partî dixin hilbijartinê û ev jî projeyek e.
Akdogan wiha dewam kir:
"Hesaban dikin (dibêjin em ji bendê bidin derbaskirin, em ê bikaribin AK Partiyê têk bibin). Ew jî derketin meydanê û dibêjin 'me bi kar bînin, em ê pêşiya AK Partiyê bigrin'. Ji bo wê jî hevoka wan a sereke gotin ku 'Em ê Recep Tayyîp Erdogan nekin serok'. Lewra xwe wek taşeron pêşkêşî cepheya dijî Tayyîp Erdogan û AK Partiyê kirin. Ev lîstikek e, xwe didin destê derbekar û wesayetkaran. Heta roja îro her cure xirabî dianîn serê wan, partiya wan girt. Weke ku mirov bibe aşiqê celladê xwe. Rewş wiha ye. Yên din jî çeteya paralel e, yanî dijminê Pêvajoya Çareseriyê."
- "Mirî û zindiyên kurdan îstismar dike"
Akdogan got ku rêxistinên terorê bi hev ra tevkariyê dikin, rêvebirên HDPê ji rêvebirên DHKP-Cê ra sipas kir. Akdogan got ku heke HDP ji bendê derbas bibe û xurt bibe, ev kêrî demokrasiyê nayê. Akdogan wiha dewam kir:
"Lewra îradeyeke van tuneye. Def kirine stûyê Selahaattîn Demirtaş, kutek di destê mirovê Qendîlê de ye. Ew çi bibêje, ew dibe. Hesab dide Qendîlê, hesab nade millet. Demirtaş bersiv daye min. Min got 'Birayê te çi karî dike, li ku ye?'. Em dizanin ku li serê çiyê ye. Derketiye bersivê dide, dibêje ku 'Li dijî DÎŞIyê rûmeta mirovahiyê diparêze, têkoşînê dide'. Yanî bi gotineke din 'terorîst'. Pekî van dema ku çek dirêjî leşkerên tirkan kir, avêtin ser qereqolan, ewladên millet şehîd kir jî rûmeta mirovahiyê diparastin?
Serokomar wê li Geverê balafirgehê veke, her cure astengî derxistin ku 'em balafirgehê çênekin'. Vêgavê li Sûriyeyê cinazeyên PKKê hene, sê cinaze, hewl didin ew roj wan cinazeyan bibin wir ku di heman rojê de provokasyon çêbibe. Yanî miriyên kurdan jî îstismar dike, zindiyan jî îstismar dike. Ev mirovan deh roj berê mirine, hûn çima defin nakin, hûn çima cinazeyan îstismar dikin? Ev adîtiyeke çawa ye. Qendîl bersiv daye min 'ew kesî tehdît nakin'. Hebûna te ji bo demokrasiyê tehdît e. Di destê te de çek tu yê li wan rastan bigerî û paşê bibêjî ku ez tehdît nakim. Hebûna te ji bo demokrasiyê tehdît e, ji bo siyasetê tehdît e."