Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got: "Pêvajoya Çareseriyê ya ku me ji bo yekîtî, hevrabûn û birayetiya Tirkiyeyê da destpêkirin, sedemeke hebûna me û mezîntirîn armanca me ya siyasî ye."
Akdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.
Akdogan di daxuyaniya xwe da cî da van nirxandinan:
"Pêvajoya Çareseriyê ya ku me ji bo yekîtî, hevrabûn û birayetiya Tirkiyeyê da destpêkirin, sedemeke hebûna me û mezîntirîn armanca me ya siyasî ye. Wê di nava demê de were dîtin ku ji bo selametiya pêvajoyê partiya bivê nevê AK Partî ye. Di vê mijarê de biryardariya me têkûz e. Pir eşkere ye ku hevkêşeyên din ên siyasî ji vê armancê dûr in û xwediyê perspektîfa çareseriyê nînin. AK Partî temînata pêvajoyê ye."