ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê bi Hasan Rûhaniyê Serokomarê Komara Îslamî yê Îranê re axivî.
Erdogan di axaftinê de bal kişand ser kaos û bêîstîqrariya Iraq û Sûriyeyê û destnîşan kir ku rewşa van welatên cîran li ser welatên din jî bandoreke neyînî dike û got ku dê Tirkiye li hemberî geflêxwarinên terorê yên ser ewlehiya neteweyî bê deng nemîne.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin hildan, Erdogan der heqê operasyonên ku Tirkiyeyê bir ser DAEŞ û PKKya rêxistina terorê de agahî dan Rûhanî.
Erdogan got ku li Iraq û Sûriyeyê kaos û bêîstîqrarî heye û desnîşan kir ku dê Tirkiye li hemberî geflêxwarinên terorê yên ser ewlehiya neteweyî bê deng nemîne.
Serokomarê Îranê Rûhanî jî diyar kir ku ew ji ber êrîşên terorî yên li Tirkiyeyê qewimîn xemgîn in û ji bo kesên ku şehîd bûn sersaxî da Erdogan.
Bi wesîleya axaftinê, her du serokomar li ser meseleyên herêmî jî bi hev du şêwirîn.