Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Mêrdînê di merasima vekirina giştî ya Parka Rêbejayê ya Mêrdînê bangî welatiyan kir û got ku ev proje li ser xêrê be.
Erdogan yek bi yek behsa xizmet û projeyên ji bo Mêrdînê hatine kirin kir û ji bo van xebatan spasiya hikûmetê, wezîran û burokratan kir.
- "Me rewşa derasayî ji holê rakir"
Serokomar Erdogan bi bîr anî ku ew di 31ê tîrmehê de jî hatibû Mêrdînê û wiha dewam kir: "Min çi gotibû? Min gotibû ku dîwana Feqiyê Teyran ya ku di edebiyata kurdî de berhemeke girîng e ji hêla Wezareta me ya Turîzm û Çandê ve wek du cild hat çapkirin. Dîsa berhemeke girîng a edebiyata kurdî ya bi navê Mem û Zîn jî ji hêla Wezareta me ya Turîzm û Çandê ve hat çapkirin. Min meala Qur'anê ya kurdî ya ku ji hêla Weqfa Ensarê ve hatibû çapkirin nîşanî we dabû. Niha jî ez dixwazim meala Qur'anê ya kurdî ya ku ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve hatiye çapkirin û pêşkeşî gelê me bûye nîşanî we bidim. Em ji ku hatin li ku derê?"
Erdogan got ku dema AK Partî nû hat avakirin rûspiyan gotin ku rewşa derasayî ji holê rakin û wiha got: "Dema Abdullah Gul serokwezîr bû, karê hikûmetê ya ewil rewşa derasayî ji holê rakirin bû û wan ji holê rakir."
Serokomar Erdogan got ku TRT Kurdî ji sala 2009an vir ve weşanê dike, dayikên ku nikaribûn di girtîgehan de bi zarokên xwe re kurdî biaxivin êdî dikarin bi rehetî biaxivin û wiha dewam kir: "Me li vî herêmê dibistan, nexweşxane çêkirin. Ji bo ku van beg û efendiyan zor dan me ev xebat kirin? Na. TRT Erebî ji 2010an vir ve weşanê dike. Birayên min ên ereb lê îstifade dikin. Derdê me ew e ku em vê xizmetê ji kurdan re, ereban re, ji her kesî re bikin. Em cudahiyê nakin."
- "Tundî, gefxwarin û siyaset bi hev re nameşe"
Erdogan der barê pêvajoya çareseriyê de wiha axivî: "Çi dikeve li ser milê îradeya siyasî û dewletê wan her tişt kir. Baş e, rêxistina cudaxwaz (PKK) û partiya siyasî (HDP) ya ku di bin emrê wî de ye li ser soza xwe sekinîn? Mixabin nesekinîn. Him di mijara çekdanînê de û him jî di mijara ku welatiyên me yên li herêmê bi awayekî azad tercîhên xwe yên siyasî bikin de sozên xwe neanîn cih. Ev kar wiha nameşe. Li ku hatiye dîtin çek û demokrasî bi hev re dijîn. Tundî, gefxwarin û siyaset bi hev re nameşe."
- "Hewl didin ku pêşiya Tirkiyeya nû bibirîn"
Serokomar Erdogan behsa 'rêxistina paralel' jî kir û wiha got: "Em mecbur man ku bi tena serê xwe li dijî çeteya îxanetê, rêxistina şer a ku ji xwe re dibêjin 'cimaet' re têkoşînê bidin. Ev çete bi medyaya xwe, pereyê xwe û hemû hêza xwe ve hewl dide ku bibe patronê koalîsyona Tirkiyeya berê. Telîmatên ku ji Pensîlvanyayê tên dayîn, fermanên ku li Qendîlê tên û senaryoyên ku di salonên avahiyên li ber qeraxên behrê ne tên nivîsandin dibin proje û hewl tê dayîn ku pêşiya Tirkiyeya nû bê birîn. Ji bo Tirkiyeya nû, ji bo zagonê û sîstema serokatiyê êdî em di rêyeke bibiryar de dimeşin. Çi bikin, çiqas hewl bidin jî belahewa ye. Tîr ji kewanê derket û wê miheqeq bigîhîje armanca xwe."