Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Amet Davutoglu di mîtînga partiya xwe ya ku li Edeneyê hat lidarxistin de xeberda û got: "Xwedê şahid e, heke yek hêstirê dayikekê hebe, em ê li wê derê bin. Di Roja Dayikan de bi tenê ne li dayikên xwe, em ê li hemû dayikên mezlûm ên li çar aliyê dinyayê ne, xwedî derkevin."
Davutoglu di axaftina xwe de qala hevkariyên siyasî yên ku beriya hilbijartinê tên kirin kir û wiha dewam kir: "Rêxistina Paralel bi HDPyê re hevdîtinan dike. HDP bi CHPyê re, HDP û CHP hevdu bi rê ve dibin. Hûn hazirin ku dersekê bidin van? "
Davutoglu îdiaya ku CHPyî kî ku gotibû Tirkiye di nav du rojan de wê bikeve Sûriyeyê bi bîr xist û wiha pê de çû: "Ji bo Xwedê heke em biryareke wisa bidin, em vê yekê dikin benîştê devê xelqê. Çi hewce bike em ê wî bikin."