Alîgirên rêxistina terorê ji bo ku qaşo îlana xweseriyê bikin çalakî li dar xistin. Polêsan midaxaleyê xwepêşandana terefdarên rêxistinê kir. Digel hişyariyê, grûbekê bi molotofkokteyl û teqemeniyên biddestçêkirî ve êrîşê polêsan kirin, polêsan jî ji grûbê gule berdan piyên 5 kesan û dan sekinandin.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, komeke terefdarê rêxistina terorê PKK/KCKyê, li taxên Şakirpaşa, Daglioglu û Denîzlî yên li ser navçeya navendê Seyhanê, bêdestûr çalakî li dar xistin.
Polês gazî kir ku belav bibin, lê grûbê bi molotofkokteyl û teqemeniyên bidestçêkirî ve êrîşê polêsan kirin. Li ser vê, polêsan jî ji grûbê gule berdan piyên 5 berşikan û ew bêçalak kirin.
Li dû dermankirina li nexweşxaneyê, tevî 5 berşikan 10 kesên din bi amûrên ku di êrîşê de emilandin ve hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku berşik birin Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê û miemeleyên wan ên li vir jî dewam dikin.