Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got ku ew ê bi alîkarî û piştevaniya gel ve benda hilbijartinê derbas bikin û wiha axivî: "Em ê rê li ber vê sîstema ku roj bi roj Tirkiyeyê dike xetereyê bigrin."
Hevserokên Giştî yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag li otêleke Edenê bi nûnerên rêxistina civakî ya sivîl re, hatin bal hev.
Demirtaş li vir got ku ji bo ew di hilbijartinê de bi ser bikevin, pêdiviya wan bi reyan heye û wiha dewam kir:
"Her dengek ji bo me bi qîmet e. Em tênê ji bo bendê derbas bikin û bikevin parlementoyê vê naxwazin. Niha sîstemeke ku yekdengiyê dixwaze, wek dîktator tevdigere heye. Ev sîstem 13 salin ku hemû derfetên di dest xwe de, bikartîne lê xêra wê ji tu aliyekê civakê re tune ye. Heta niha projeyên mayinde yên aştiyê çênekiriye. Gel ev 13 sali in li bendê ye ku pirsgirêk bên çareserkirin. Lê belê pirgirêka Kurdan, pirsgirêka elewiyan, bêkarî, pirsgirêka Qibrisê, pirsgirêka NY, pirsgirêka Ermeniyan nehat çareserkirin. Niha ji gel dixwaze ku gel wî bike serok û ji bo vê ji gel reya wan dixwaze."
Demirtaş got ku ew ê bi alîkarî û piştevaniya gel ve benda hilbijartinê derbas bikin û wiha axivî: "Em ê rê li ber vê sîstema ku roj bi roj Tirkiyeyê dike xetereyê bigrin."
-Hevseroka Giştî ya HDPyê Yuksekdag
Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê jî got ku ew ji bo ji nû ve dîrok û pêşeroja gel binîvîsin haitin bal hev û wiha dewam kir: "Ji hilbijartinên giştî re hindik ma. Niha li Tirkiyeyê aliyên ku tên çewisandin ji bo pêşerojeke nû îradeyeke siyasî nîşan didin. Em li Edenê ji bo avakirina pêşerojeke nû hatin bal hev."