Navenda Giştî ya HDPê nûçeyên ku dibêjin Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdagê gotiye "Wek Iraqê em ê li Kobanê li herêmeke tampon Kurdistaneke serbixwe ava bikin" derewandin.
Li gor daxuyaniya ku ji HDPê hat dayîn, hin dezgehên çapemeneniyê îddia kir ku Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdagê di 14ê hezîrana 2015an da li Basela bajarê Îsvîçreyê di çalakiyekê da gotiye "Wek Iraqê em ê li Kobanê li herêmeke tampon Kurdistaneke serbixwe ava bikin. Lê hê wextê wê nehatiye. Pêdiviya Kurdistana serbixwe wê bi artêşeke rêk û pêk heye. Kadroyên çekdar wê derbasî Sûriyeyê bibin û bingeha artêşê ava bikin. Divê gelê kurd ji bo geşedanan xwe amade bike."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Nûçeya navborî ji bîna va xeyal e, tu eleqa wê bi rastiyê ra tuneye. Rojnameya ku ev nûçe weşand di serî da, em hemû saziyên medyayê yên ku wek vê rojnameyê weşanê dikin, dawet dikin ku nûçeyên derewîn çênekin."