Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bernameya fitarê ya Weqfa Yekîtiyê ya Şaxa Enqereyê da axivî û wiha got: "Eşkere dibêjim, nemerdî û bêbextî ye ku rêxistina terorê DAEŞê û Tirkiyeyê di nav heman kevaneyê da nîşan bidin."
Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Em ê wekî her gav alîkariyê nedin rêxistinên terorê, em ê heta dawiyê alîkariyê bidin birayên xwe yên ku li Sûriye û Iraqê dijîn. Em ê piştgirî û alîkariya xwe berdewam bikin."