Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye êrîşên terorê yên li Kuweyt û Tûnisê şermezar dike û wiha got: Êrîşên li Kuweyt û Tûnisê ku hizûr û îstiqrarê xera dikin û şerê mezheban derdixin di têkoşîna dijî terorîzmê da girîngiya hevkariya herêmî û navneteweyî nîşan didin."
Li gor daxuyaniya ku di malpera Serokomariyê da hat weşandin, Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye êrîşa xwekujiyê ya li Kuweytê dijî mizgefta şiiyan hat kirin û êrîşa ku li Tûnisê li dijî otêleke tûrîstîk hat kirin, şermezar dike.
Serokomar Erdogan di daxuyaniyê da wiha got: "Li Kuweytê herî kêm 10 kes, li Tûnisê jî biyanî jî di nav da nêzî 30 kesî ji ber êrîşê mirin. Gelê tirk ji ber van bûyeran xemgîn e."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku êş û kedera birayên xwe yên Kuweyt û Tûnisê parve dikin û wiha got: Êrîşên li Kuweyt û Tûnisê ku hizûr û îstiqrarê xera dikin û şerê mezheban derdixin di têkoşîna dijî terorîzmê da girîngiya hevkariya herêmî û navneteweyî nîşan didin."