ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî civîna Lijneya Rêvebirinê ya Navendî (LRN) ya ku li Navenda Giştî ya AK Partiyê hat kirin, derket hemberî çapemeniyê û daxuyanî da.
Davutoglu diyar kir ku di şêwrên nav endam û parlementerên partiya xwe kirin de ji bo namzedê Serokê Meclisê Îsmet Yilmaz û Nabî Avci derket pêş.
Davutoglu axaftina xwe wiha domand: "Duh piştî fitarê min bi herduyan re jî xeberda û piştî civîna xwe ya îro me diyar kir ku namzedê me yê Serokê Meclisê Parlementerê me yê Sîvasê Îsmet Yilmaz e."