İSTANBUL
Ji 10 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna "Rêxistina Terorê ya Artêşa Qudsê" ku di nav milet de bi navê "Tevhîd Selamê" tê zanîn da, hatibûn binçavkirin û dihatin darizandin 7 jê hatin girtin.
Hat diyarkirin ku di nav de efserên ku ritbeya wan bilind e jî hene.
Par di meha rêbendanê de, li Edene û Hatayê tirên MÎTê hatibûn sekinandin û di çarçoveya vê bûyerê de hin gumanbar hatibûn binçavkirin. Ji 10 gubanbarên ku hatibûn binçavkirin 7 hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji 10 gumanbarê ku bi sûcên wek "guhdarkirinê dereqanûnî, sîxurî, îxlalkirina sînorên jiyana taybet, bi rêyên dereqanûnî tomarkirina agahiyên şexsî, sextekariya belgeyên fermî, damezrandina rêxistina terorê, birêvebirin û endamtiya rêxistina terorê" dihatin darizandin 7 kes hatin girtin. Rûniştina doza10 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna "rêxistina parelel" de hatibûn girtin a li Hakimiya Cezayê Sûlhê ya 2yemîn a Stenbolê piştî 7 saetan bi dawî bû.
Dadgeriyê ji bo 3 gumanbarên din jî biryara serbest berdanê da.
Digel kesên ku îro jî hatin girtin, hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin girtin gihişt 54an.