Li Derbasoka Îpekê ya di navbera Bazîd û Diyadîna navçeyên Agiriyê ji ber pûkê gelek wesaît di rê de man, ji ber vê yekê rêbej hat girtin.
Tirên ku ji ser Deriyê Sînor ê Gurbulakê derketin rê ku biçin Îran, Tirkmenistan û Ezerbeycanê, li nêzî Derbasoka Îpekê ya ku raqima wê 2 hezar û 25 e ji ber berfa ku nişke ve barî di rê de man.
Di rêbejê de bi qasî 6 kîlometroyan wesayît ketin pey hev û ekîbên rêbejan ji bo wesayîtên ku di rê de man xilas bikin xebat dan destpêkirin. Hin ajokaran jî wesayîtên xwe li kêleka rê park kirin.
Şefê şûbeya 123yemîn ê Rêbejan Fûat Ozturk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li Derbasoka Îpekê ji nişka ve berf û pûke barî û wesayîtên ku amadehiyan tunebûn di rê de man û rêbej ji hatûçûyê re hat girtin.
Ozturk diyar kir ku tiran lastîkên xwe yên havînê bi kar anîne û wiha axivî: "Tir bê amadehî di nav pûke û berfê de man û nekarîn ku ji Derbasoka Îpekê derkevin. Ji ber ku rê girtiye ekîbên me jî nikarin bigihêjin wan. Niha li Derbasoka Îpekê bi 5 wesayît û 14 xebatkaran ve xebatên me berdewam dikin."
Ji ajokarên ku di rê de asê man Çelîk Oner jî qal kir ji bo ku ji Agiriyê biçin Îdirê derketin rê û got "Em ev 3 saet in ku di rê de asê mane. Nan û çay tune û hindik maye ku mazota me xilas bibe."