Zîrek Mîreyê ku li Iraqê wek pêykertraşeke ecêb tê zanîn û bi heykelên xwe va peyamên civakî dide welatiyan van rojan gilîdar e. Mîre peykerên xwe datîne cihekê û demekê şûn da mêze dike ku peykerên wî bi destê hin kesên ku nayên zanîn hatine şikestin.
Êrîşî peykerê ku Zîrek Mîre wek merivekê seriyê wî motanî serê keran hatiye çêkirin, peykerê azadiyê yê ku ji postalên eskeran hatiye çêkirin, heykelê ku li Bexdayê di dewsa peykerê Sedam Huseyîn da hatiye çêkirin, peykerê ku ji qutiyên bîreyê hatine çêkirin û balê dikişîne ser paqijiya dorberê kirin, dikin.
Heykeltraşê kurd Zîrek Mîre daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku tabûyên civakê tarumar dike êrîşî berhemên wî dikin.
Mîre destnîşan kir ku heykelê wî yê ku serê wî serê keran e bedena wî bedena merivan e ji hêla her kesî cuda tê şîrovekirin û wiha axivî: "Kesên ku li heykelê min ê ku serê wî serê keran, bedena wî bedena merivan e mêze dikin cuda şîrove dikin. Bi ya min ev heykelên ku ez çêdikim wek neynikekê ye. Heke dema li pêşiya wî disekinin ku xwe dibînin zirarê didinê, ku xwe nebînin mêze dikin û derbas dibin."
Mîre diyar kir ku peykerê wî yê din yê nivîskarekê ku serî wî li ser kitabê ye nigên wî jî li hewayê ne ye û wiha pê da çû: "Di vir da armanca min ew e ku nîşan bidim ku nivîskar ji civakê cudatir li bûyeran dinihêrin. 4 caran jî êrîşî vî peykerî kirin."
Mîre got di sala 2003yan da dema ku rejima Baasê ji text hat daxistin bi pêşmergeyan ra çûye Kerkukê û li wê derê di dewsa peykerê Sedam Huseyîn da ji postal û amûrên ku ji artêşa Iraqê mabûn va peykerek çêkiriye lê belê çend hefte berê ew peykera jî teqandin.
Mîre pirsa "Çima êrîşî peykerên te dikin?" wiha bersivand: "Dibêjin ku peykerên min tabûyan tarumar dikin û li dijî exlaqê ne. Mesela min 3 mehan ji seyrengehan qutiyên bîreyê berhev kir û ji wan heykelê sitranbêjekê ku di destê wî da gîtar heye çêkir. Dibe ku ji ber min ev peykera ji qutiyên bîreyê çêkir hat şikênandin. Lê belê armanca min tiştekê din bû. Min bala welatiyan dikişand ser paqijiya dorberê û lema min ev peykera çêkir."
Mîre got ku li Silêmaniyê peykerê dînekê ku her kesî jê hez dikir çêkir lê belê ev peykera jî di demeke kurt da hat şikênandin.