ANKARA
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez got: "Em rê li ber her cure nijadperestî û cudakariyê bigrin. Ji bo ku em di nav aştî, hizûr û edaletê de bijîn divê em li gor hiqûq û edelatê bijîn û bi hestên fezîlet û merhemetê bi dilnizmî tevbigerin. Divê em her tim efû bikin, efûkirinê hîn bikin, dilnizm bin, li hev du xwedî derbikevin."
Gormez bi minasebeta Qendîla Regaîbê peyam weşand û got ku em bi hatina sê mehên bimbarik bextewar in.
Gormez got ku şeva ku pêncşemê bi înê ve girê dide Şeva Regaîbê ye û wek mizgîna hatina Recep, Şeban û Remezanê ye.
-"Divê em rê li ber nijadperestî û cudakariyê bigrin"
Gormez got "Her çiqasî bûyerên nexweş biqewimin jî, Tirkiye welatê hêviyan e. Divê em hemû bi hev re di şûna kîn û nifretê de bi edelet û merhemetê tevbigerin. Divê em di şûna dijminiyê de bi hestên dostanî û biratiyê nêzîkî hev bibin. Ji bo vê jî divê em hînî efû xwestinê û efûkirinê bibin, xetayên hev du ji bîr bikin, li hemberî xirabiyê başiyê bikin."