ANKARA
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez bi Serokê Karên Îslamî û Wezîrê Evkafê yê Lîbyayê Alî El Beşîr Hamûda û heyeta pê re hevdîtin kir.
Di ziyaretê de nûçegihanekî ji Gormez re got ku "Di demên dawiyê de mijareke ku têde terîmên dînî jî tê niqaşkirin heye. Der barê mijara ku têde peyvên dînî jî hene de hûn her tim bêdeng man. Gel sedema bêdengiya we meraq dike." Gormez li ser van gotinan wiha axivî : "Belê ez bêdeng mam û neaxivîm. Bi rastî ez di vê mijarê de li gor prensîba Pêxemberê me ya 'Yan tiştên bixêr bibêjin, yan jî ne axivin' tevdigerim.
Ez him wek mislimanekî him jî wek mensûbê muesseseyeke ku ji bo qedr û qiymetên pîroz yên welatê me xizmetê dike, ji ber van tiştên ku li welatê me diqewimin gelek ber xwe dikevim û xemgîn dibim. Lewra niha ez bi Wezîrê Lîbyayê re diaxivim, ew jî dibêje tiştên li welatê we çêdibin zarokên Omer Muxtar ên ku niha ji bo îmara welatê xwe dixebitin jî xemgîn dike. Niqaşên ku bi kîn û hêrsê tên kirin, hêviyên gelên mazlum yên ku ji gelê me hêvîdar in zêde nake. Tiştên li welatê me diqewimin kêfa mazlumen li Afrîkayê nayne.