MARDÎN
Ji bo Noelê li Dêra Kirklarê ayîn hat kirin.
Metropolîtê Mêrdîn û Diyarbekirê Salîba Ozmen û Serkeşîşê Dêra Kirklarê Gabrîel Akyuz pêşengiya ayînê kirin.
Koroyên ji keç û xortan pêk tê îlahî xwendin. Metropolît Ozmen û Akyuz jî bi wan re îlahiyên bi suryanî û tirkî xwendin, dia kirin û kesên ku beşdarî ayînê bûn pîroz kirin.
Misilman û sûriyeyî jî beşdarî ayîn û pîrozkirinan bûn.
Waliyê Mêrdînê Ahmet Cengîz û yên li cem wî jî hatin dêrê û cejna suryaniyan pîroz kirin. Cengîz li vir wiha axivî: "Ev welat dê nan û avê bide me û dê zikê me hemûyan têr bike. Bi tenê divê em yekitiya xwe, bihevrebûna xwe, aramiya xwe, biratiya xwe û aşitiya xwe xwedî derkevin. Kî dibe bila bibe dema ku xeletiyekî dike em bi wî re bibêjin 'neke'. Em derfetê nedin kesên ku dixwazin aramiya me xirab bikin, em li welatê xwe xwedî derkevin."
Metropolît Ozmen diyar kir ku Tirkiye welatekî pir biqîmet e û pîroz e û wiha got: "Me di ayînê de ji bo rewşa ku di çend roj in dibe sedema tevliheviyan sererast bibe, aramî, aşitî û silametî çêbibe jî dia kirin û em diayan dikin. Di vê demsalê de em ji hev hezdikin, rêzê nîşanî hev didin. Di vê roja me ya pîroz de Birêz Walî Ahmet Cengîz û rûspiyên bajêr jî beşdarî ayîna me bûn û em bi vê kêfxweş bûn."