ANKARA
Serokomar Abdullah Gul bi bîr xist ku Xelatên Mezin ên Huner û Çandê yên Serokomariyê yên 2013an de di beşa muzîkê de xelat dane Ahmet Kaya û Gulten Kayaya jina Ahmet Kaya xelata wî hilda û wiha got: "Her kes meneya ve xelatê rind dizane. Ahmet Kaya hunermendekî wisa bû ku bi kilamên xwe di dilê her kesî de cih girtiye."
Serokomar Gul duh li ser hesabê xwe yê twitterê fikr û ramanên xwe yên der heqê Xelatên Mezin ên Huner û Çandê yên Serokomariyê de parve kir.
Gul diyar kir ku bi beşdariya endamên huner û çandê xelat hatine dayîn û wiha got: "Di beşa muzîkê de xelata Ahmet Kaya min da xanima Gulten. Her kes meneya ve xelatê rind dizane. Ahmet Kaya hunermendekî wisa bû ku bi kilamên xwe di dilê her kesî de cih girtiye."
Gul der heqê Daron Acemogluyê ku di beşa zanista civakî de xelat hilda de got ku "li ser têkiliyên aborî û siyasetê lêkolînan dike û akademisyenekî zehf balkêş e" û der barê pirtûka wî ya bi nave "Why Nations Fail"a ku bi tirkî hatiye weşandin de jî got ku "divê hemû siyasetmedar vê pirtûkê bixwînin."
Di beşa wêjeyê de jî xelat dan Îskender Pala. Gul anî bîrê ku der barê pirtûka Pala ya bi navê "Şah û Sultan" de fikr û ramanên xwe berê parvekiribû.
Di beşa belgefîlman de Bekîr Karliga belgefîlma bi navê "Çemê ber bi Rojavayê Diherike" ve bû xwediyê xelatê. Gul der heqê vê belgefîlmê de got ku xebateke zehf balkêş e û ji bo dîroka medeniyetan zehf girîng e. Lê ji bo vê belgefîlmê li derveyê welêt ji welêt zêdetir eleqe hat nîşandan."
Gul ji xêncî peyaman çend wêneyên merasima xelatan jî parve kir.