Muhammet Tarhan, Sercan İrkin
28 Mijdar 2026•Rojanekirin: 28 Mijdar 2026
Al Sharq Forum 2026 a ku siyasetmedar, ramanwer, lêkoler, rêberên civaka sivîl û ciwanan tîne cem hev û li hemberî pergala gerdûnî ya ku diguhere, siberoja herêmê digire dest, dest pê kir.
Al Sharq Forum 2026 a ku Ajansa Anadoluyê Hevkara wê ya Ragihandina Global e, di serdemeke ku veguherînên jeopolîtîk, aborî û teknolojîk lê bilez dibin da, bi bingehgirtina girêdanên dîrokî û pirrengiya çandî ya herêmê dê lêkolîna wan rêyên ku diçin entegrasyona herêmî, hevkarî û refaha hevpar, bike.
Bernameya ku li otelekê li Stenbolê tê lidarxistin û dê du rojan bidome, dê li ser sê mijarên sereke yên wekî ji nû ve şikilgirtina pergala gerdûnî, entegrasyona herêmî û rola ciwanan a di şikildana pêşerojê da hûr bibe.
Siyasetmedar, ramanwer, lêkoler, rêberên civaka sivîl û ciwanên ji welatên cuda dê beşdarî bernameya ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan dê axaftina vekirinê bike, bibin.
Di foruma ku armanc dike diyalogê pêş bixe, hevkariya derveyî sînor xurt bike û ji bo herêmeke hîn entegretir û refahtir vîzyonên hevpar bi pêş bixe da, di dirêjahiya du rojan da li gel panelan dê rûniştinên hevdem jî bên lidarxistin.
Al Sharq Foruma ku di sala 2012an de hatiye damezrandin, armanc dike ku bi rêya lêkolîn, diyalog û perwerdeyê pirrengî, edalet, hevkariya herêmî û pêşkeftina domdar bi pêş bixe.