TBMM
Serokomar Abdullah Gul ji bo xatirxwestinê çû ziyareta Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş.
Gul û Demirtaş li meqama Demirtaş a di TBMMyê de hev dîtin.
Demirtaş li ber Deriyê Şerefê ya Meclisê Serokomar Gul pêşwazî kir. Di pêşwaziyê de Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Parlementerê Mêrdînê Erol Dora û Sekreterê Giştî yê TBMMyê Îrfan Nezîroglu jî amade bûn.
Piştî hevdîtina wan a qasî ku nîv saetî dewam kir, Demirtaş heta wesayîta Gul çû û ew bi rê kir.
Ji hêla din Serokomar Gul beriya ku wesayîta xwe sîwar bibe bi nûçegihanên parlementoyê re li ser nerdîwanên Deriyê Şerefê wêneyê xatirxwestinê da kişandin.