Seokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got: "Divê tu kes mudaxaleyê çalkiyên ji bo Kobanê tên kirin neke. Divê her du alî jî dev ji şidetê berdin. Niha ji bo provokasyonan qadeke mezin heye û xetereya komkujiyê derket holê. Ji bo em bikaribin ber li vê bigrin divê em biryardar bin û bi îradeyeke xurt tevbigerin."
Demirtaş digel Hevseroka Giştî ya HDPyê li avahiya Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) civîna çapemeniyê li dar xist û li vir zilma DÎŞIyê ya li ser gelê Kobanê vegot û diyar kir ku ji ber vê yekê gel bertek nîşan dide.
Demirtaş destnîşan kir ku li ser bangewaziya partiyan, kesên ku xwe wek berpirsiyar dihesibînin derketin li ser kolanan, lê me negot çek bikarbînin û serî li bûyerên şidetê bidin.
Demirtaş wiha berdewam kir:
"Bi saya çalakiyên gel yên bi roj heta sibehê berdewam kirin, dinyayê jî berê xwe da Kobanê û bi bûyerên li Kobanê diqewime hesiya. Di heman rojê de hin welatan êrîşî mewziyên DÎŞIyê yên li herêmê kir. Di nava çend saetan de rewş guherî û DÎŞI nekaribû Deriyê Sînor yê Murşîdpinarê bi dest bixe. Dotira rojê jî çalakî berdewam kir. Di vê navberê de li Wartoyê kesek mir. Heta wê saetê tu bûyerên şidetê pêk nehatibûn. Piştre agahî hatin ku li Batmanê kesên sivîl bi çekan êrîşî xwepêşanderan dikin û bûyer mezin bû."
Demirtaş wiha pê de çû:
"Serokomar derket wek mizgînê bide got 'hindik ma ku Kobanî bekeve' lê gel vê yekê hêvî nedikir, gel li bendê bû ku bibêje 'dê Kobanê nekeve destê DÎŞIyê, em ê alîkarî bidin' Herwiha dema ku çalakî dest pê kirin wezîr derketon gotin ku em ê zêdetirî vê bertek nîşan bidin. Me ji hikûmetê re got werin li hemberî DÎŞIyê em bibin yek û têbikoşin. Herwiha bila pirsa kesên sivîl ên biçek ên di nav civakê de ji me nekin. Bila nebêjin meselya Kobanê tiştek din e û pêvajoya çareseriyê jî tiştek din. welatiyên me 2 salin ku li benda pêvajoya çareseriyê û gavavêtinê ne. Li Kobanê niha dibe ku komkujî çêbe û bangî me dikin dibêjin ji bo pêvajoya çareseriyê berdewam bike dengê xwe nekin. Ev polîtîkayekî xelet e."
-Divê li tu derê bûyerên şidetê pêk neyên
Denirtaş got Kobanê hêj jî di bin xetereyê de ye, divê gelê me dev ji çalakiyan bernede lê ji bûyerên şidetê dûr bisekine û wiha berdewam kir: "Divê tu kes mudaxaleyê çalkiyên ji bo xwedî derketina Kobanê tên kirin neke. Divê her du alî jî dev ji şidetê berdin. Niha ji bo provokasyonan qadeke mezin heye û xetereya komkujiyê derket holê. Ji bo em bikaribin ber li vê bigrin divê em biryardar bin û bi îradeyeke xurt tevbigerin."
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got: "Duh êvarê demeke kurt firsend çêbû, me û Ocalan ji hev du re peyam şand. Em dixwazin diyar bikin ku ew jî dixwaze li hemberî provokasyonan her du alî jî baldar bin û bi lez û bez diyalog û mizakereyan bikin."
- "Kobanê ji bo Tirkiyeyê tehdît nîne"
Demirtaşî wiha axivî:
"Divê mensûbên medyayê jî li dijî HDP û xwepêşandêran zimanekî heqaretwarî û tundî bi kar neynin. Divê mirov sedema vê hêrsê fêm bike û li ser lêkolînên sosyolojîk û siyasî bisekine. Divê kes hevdu sûcdar neke û heqaretê li hevdu neke û vê xeyd û hêrsê zêde neke. Bingeha biratiya me bi awayekî cidî ber bi xerabûnê ve diçe. Em destûrê nedin vê yekê. Em destê hevdu bigirin. Kobanê ji bo Tirkiyeyê tehdît nîne. Em Kobanê bi hev re xelas bikin ku em jî bi hev re xelas bibin. Bira birayên me yên tirkmen şiî, kurd, ereb bi hev re alîkariyê bidin."
"Şidet bi tenê gotina ranawest e"
Rojnamegerekî der barê hevdîtina heyeta HDPyê û Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan de pirs pirsî û got ku di hevdîtinê de biryar hatin dayîn an na? Demirtaş jî got ku ji bo ku pirsgirêk bi guftûgoyan çareser bibe lihevkirin çêbû.
Demirtaş wiha dewam kir: "Helwesta hikûmetê jî wiha ye. Sedema vê hevdîtinê ev bû. Hê li ser bernameyeke berbiçav lihevkirin çênebû. Qet nebe em dizanin ku deriyê hikûmetê yê guftûgokirinê vekiriye. Ji bo ku şidet bisekine wezîfeya hikûmetê girîngtir e. Em hêvî dikin ku em dersekê ji van bûyeran derxin û li wê gavan biavêjin."
Demirtaş li ser pirsa rê û rêbaza axaftina xwe û Ocalan de de wiha got: "Me ji hevdu re peyam şand. Ne pêkan bû ku heyeta me biçûya serdanê. Tenê bi ji hev re peyam şandin."
- "Divê teqez şidet tunebe"
Demirtaş destnîşan kir ku wan bangî kesî nekir û negot ku "şidetê bikin" û wiha dewam kir: "Divê teqez şidet tunebe. Divê teqez talankirin, şewitandin, çek û kuştin tunebe. Em van tiştana teswîp nakin. Em rica dikin ku her kes guh bide banga me."
Demirtaş got ku gelek rê û rêbaz hene ku xwedî li Kobanê derkevin.
Demirtaş got ku di hevdîtina ku bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hat kirin de der barê mijara korîdarê de tu planên berbiçav tunene û wan daxwazên PYD û pêşniyazên xwe anî ziman.