Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku Tirkiye wê destûrê nede ku hizûr, îstiqrar, bi taybetî jî biratî bi rêya defikan têk biçe û wiha dewam kir: "Dewleta me wê di nav demokrasî û hiqûqê de bi bûyerên şidet, vandalîzm û talankirinê re têbikoşe."
Di malpera înternetê ya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê de daxuyaniya Serokomar Erdogan ya li ser bûyerên ku li hin bajaran derketin hat weşandin.
Erdogan diyar kir ku di bûyerên ku bi hinceta terora li ser Kobanê derketin de li hin bajarên Tirkiyeyê xwepêşanên tundî derketin û hin kes mirin û got ku ev bûn sedema herî mezin a xemgîniyê.
Erdogan destnîşan kir, ji bilî mirinan gelek zirar gihîşt avahiyên qamuyê, bi taybetî dibistan, wesaîtên sivîl û fermî hatin şewitandin û got ku ev nayê qebûlkirin. Erdogan wiha dewam kir:
"Eleqeya bûyeran bi Kobanê re tuneye. Ev eşkere ye. Kesên ku xwe dispêrin terora li ser Kobanê û li Tirkiyeyê bûyerên tundiyê derdixin, dide nîşan ku niyet û hedefa wan ya rastî pir cuda ye. Welatê me wê wek berê ji van provakasyonan bi awayekî serkeftî bifilite. Tirkiyeyê ji destê terorê pir kişand. Ji ber vê çendê jî Tirkiye li dijî hemû terorên li ser rûyê dinê ye."
Serokomar Erdogan got ku Tirkiyeyê alîkariya mirovahî da gelê Kobanê û deriyê xwe ji 200 hezar birayên xwe re vekir û wiha pê de çû:
Ev pêvajoya ku em tê de ne pir hesas e. Em ê misamahayê nîşan nedin ku helwesta me ya demokratîk û niyeta me ya baş bê îstismarkirin. Armanca van bûyeran sabotekirina pêvajoya çareseriyê û biratiya me ya kevnare ye. Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat hedefa bûyeran aramî ye. Ev eşkere ye.
Ji ber vê çendê ez bi bawer im ku welatiyên me wê li hemberî van provakasyonan nekevin defikê û wê bi eqlekî selîm hereket bikin.
Divê partiyên me yên siyasî li hemberî van xwepêşanan pir baldar bibin. Ev pir girîng e. Gotinên ku dibin sedema şidet, rageşî û vandalîzmê û dibin sedema xwînrijandinê, xwediyê van gotinan berpirsiyar in.
Ez bawer dikim ku hemû gelê me, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û welatiyên me wê bi awayekî aqlê selîm tevbigerin.
Tirkiye wê destûrê nede ku hizûr, îstiqrar, bi taybetî jî biratî bi rêya defikan têk biçe."