Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç wiha got: "Niha em bi kîjan partiyê re koalîsyonê pêk bînin jî, ew ê di nav mijarên ku li ser tên axaftin de helbet pêvajoya çareseriyê hebe. Lê di nav de navê wê jî em ê li ser hemû rêbaz, encam, geşedanên wê cardin bisekinin û ji hemû hêlan ve cardin binirxînin."
Arinç beşdarî bernameya NTVyê bû û li vir derbarê rojevê de fikrên xwe anî ziman û pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
Arinç got ku hin kes hewl didin ku dawî li pêvajoyê bînin, lê Tirkiye ji bo birêvebirina pêvajoyê li hemberî hemû astengî û gengeşiyan bi sebr tevdigere. Arinç li ser pirsa "Gelo çi qewimî, çima hikûmetê ji nişka ve rabû got, heta em koka terorê biqelînin em ê dijî wê têbikoşin? Ew tişta ku sebra Tirkiyê nehişt çi bû?" got ku HDPyê benda hilbijartinê bi rêyên demokratîk derbas kir, kes nikare ji bo vê tiştekî bibêje û li hemberî vê bêrûmetiyê bike.
Arinç destnîşan kir ku aktorên siyasî yên HDPyê bi ser ketin û wiha dewam kir: "Belê, min li hemberî gotina HDPyê ya 'Me tu caran baweriya xwe bi hikûmetê neanî' got 'Em jî mecbûr in ku baweriya xwe bi we bînin.' Lê belê çalakiyên ku PKKya rêxistina terorê li dar dixe zehf zêde ne, rê dibrin, makîneyên kar dişewitînin, karsazan direvînin, gefan li xebatkarên di zêwiyan xwe de dixebitin didin, qaşo dadgehan dadimezrînin û bangî hin kesên ku li gor wan sûcdarin dikin û li wan ceza dibrin. Em ji wan re dibêjin, dev ji van kirînan berdin. Em fersendê nadin we da ku hûn zirarê bidin gel."
- "Agirbest bi dawî bû, gotina wan e ne ya me"
Bulent Arinç destnîşan kir ku PKKyê ji 7ê hezîranê heta 20 tîrmehê li Tirkiyê 218 bûyer li dar xistin û wiha dewam kir: "Herî dawî êrîşê 2 polêsên me yên ku li mal di xwewê de bûn kirin. Ev jî tê vê wateyê 'Em bihêz in. Em karin bikevin malên polêsên we û wan yek bi yek bikujin.' HPGyê berpirsiyariya vê bûyerê hilda ser milên xwe."
Arinç wiha dewam kir: "Me ji wan re got madem ku hûn niha bi hêz in, hûn di hilbijartinan de bi ser ketin; divê hûn zêdetir ji bo pêvajoyê bixebitin. Lewra ji bo ku hûn piştgiriyê bidin pêvajoyê ev deng dan we. Heta wî bi xwe jî got 'dengê me yên emanet hene, dibê em heqê vana bidin, lê Qendîlê zirarê da me.' Ev axaftin dide xuyakirin ku ew nikarin bêyî Qendîlê tevbigerin. Cardin gotinên wiha neke, lewra ew ne emanetin, ew deng ên we ne."
Alîkarê Serokwezîr Arunç wiha pê de çû: "Hikûmetê ya ku dikeve ser milan bi cih anî. Divê wan jî di vê pêvajoyê de çek daniya û ji Tirkiyeyê vekişiyana. Lewra Ocalan jî wiha telîmat dabû. Niha tu ne guh didî gotinên me ne jî li gor vê tevdigerî. Heta tu çek daneynî, em nikarin Pêvajoya Çareseriyê bi rêve bibin."