Şûraya Leşkerî ya Bilind wê di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de civiya.
Endamên YAŞê Anitkabirê ziyaret kirin û çelenk danîn li ser mozoleya Ataturk.
Serokwezîr Davutoglu deftera taybet a Anitkabirê îmze kir û pişt re Davutoglu, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel û Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Vecdî Gonul bi hev re derbasî meqama Fermandariya Anitkabîrê bûn.
Davutoglu û Orgeneral Ozel ji bo ku beşdarî civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind bibin çûn Baregeha Serokatiya Sererkaniyê.
- Necdet Ozel Davutoglu pêşwazî kir
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel li baregehê Serokwezîr Davutoglu pêşwazî kir. Civînê li Salona Çakmakê ya Baregeha Serokatiya Sererkaniyê di saet 11.15an de dest pê kir.
Ji bilî Serokwezîr Ahmet Davutoglu Serokê Sererkaniyê Necdet Ozel, Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Vecdî Gonul, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Hulusî Akar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Akin Ozturk, Fermandarê Hêzên Cendirmeyan Abdullah Atay, Serokê 2emîn ê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên payebilind beşdarî civînê bûn.
Di civînê de mijara albay, general û amîralên ku divê rutbeya wan bê bilindkirin, wezîfeya general û amîralan dirêjkirin, teqawîdkirin, xebatkarên Hêzên Çekdar ên Tirkan yên ku ji ber bêdîsplîniyê û bêehlaqiyê divê ji wezîfeyê bên dûrxistin wê bên axaftin.
Civînê wê heta 5ê tebaxê dewam bike.
Biryarên ku di civînê de hatin hildan wê pêşkeşî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bikin. Piştî pêşkeşiyê wê biryaran raya giştî re eşkere bikin.