Nihat Kavşut
2017 ж. 02 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 02 тамыз
ANKARA
Şûraya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) di serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim da li Qesra Çankayayê dest pê kir.
Piştî serdana li Bîrdariya Ataturk endamên şûrayê di serokatiya Serokwezîr Yildirim da li Qesra Çankayayê di saet 11.15an da civiyan.
Di civînê da di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da xebatên Artêşa Tirkiyeyê û terfîkirina serbaz û leşkeran jî wê bê rojevê.
Civînê di serokatiya Yildirim da dest pê kir û di civînê da Hulusî Akarê Sererkan, Bekir Bozdag, Fikrî Işik, Recep Akdag, Hakan Çavuşoglu û Mehmet Şimşekê Alîkarên Serokwezîr, Abdulhamît Gulê Wezîrê Dadê, Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva, Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî, Nurettîn Canîkliyê Wezîrê Parastina Neteweyî, Salih Zekî Çolakê Fermandarê Hêzên Bejayiyê, Bulent Bostanogluyê Fermandarê Hêzên Behrê û Abidîn Unalê Fermandarê Hêzên Esmanî amade ne.