Şûraya Leşkerî ya Bilind wê sibê di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de bicive.
Civîn wê li Salona Çakmakê ya Baregeha Serokatiya Sererkaniyê çêbibe. Ji bilî Serokwezîr Ahmet Davutoglu Serokê Sererkaniyê Necdet Ozel, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Hulusî Akar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Akin Ozturk, Fermandarê Hêzên Cendirmeyan Abdullah Atay, Serokê 2emîn ê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên payebilind wê beşdarî civînê bibin.
Di civînê de mijara albay, general û amîralên ku divê rutbeya wan bê bilindkirin, wezîfeya general û amîralan dirêjkirin, teqawîdkirin, xebatkarên Hêzên Çekdar ên Tirk yên ku ji ber bêdîsplîniyê û bêehlaqiyê divê ji wezîfeyê bên dûrxistin wê bên axaftin.
Civînê wê 5ê tebaxê roja çarşemê biqede.
Biryarên ku di civînê de hatin hildan wê pêşkeşî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bikin. Piştî pêşkeşiyê wê raya giştî re bê eşkerekirin.