Şûraya Leşkerî ya Bilind dewam dike û di civînê de rewşa terfî, teqawîdbûn û dema rutbeya 300 albay û 170 generalan tê nirxandin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, di şûrayê de li ser terfiya general, amîral, albayan disekinin û dema dirêjkirina wezîfeya general û amîralan tê nirxandin.
Kesên ku bêdîsîplînî kiriye, hereketên derexlaqî kirine û têkiliya wan bi rêxistina paralel re hene, têkiliya wan bi artêşê re tê birîn. Her fermandarî van kar û baran bixwe dike.
Di şûrayê de rewşa terfî, teqawîdbûn û dema rutbeya 300 albay û 170 generalan tê nirxandin.
Bi vê şûrayê ve dema wezîfeya Sererkan Orgeneral Necdet Ozel, Fermandarê Hêzên Behrê Orgeneral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Akin Ozturk û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Abdullah Atay xilas dibe.
Li gor teamulên TSKê Fermandarê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Hulusî Akar wê bibe Sererkan û heta 2019an wê vê wezîfeyê bike.
Biryarên ku di şûrayê de tên dayîn, wê pêşiyê radestî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bibin û paşê ji raya giştî re werin parvekirin.