Bi pêvajoya çareseriyê re, herêma Sêrtê aram bû û niha paraşûthez li herêmê paraşûta berpalê dikin.
Serokê Kuluba Hewager û Werzişkaran Taşkin Tûna Ozkiliç got ku di salên dawîn de paraşûthez tên herêmê, hejmara endamên me jî gihişt 50yî.
Ozkiliç destnîşan kir ku coxrafyaya Sêrtê ji bo paraşûtê qadeke baş e, ji bo vê yekê jî Saziya Rêhewaya Tirk li herêmê kursa paraşuta berpalê vekir û wiha dewam kir: "Li Sêrtê niha paraşuta berpal tê kirin, ev ji bo gelê herêmê qadeke nû ya sporê ye. Ji bo em vê qadê firehtir bikin, li hin herêman çalakiyên danasînê li dar dixin. Ji Batman, Şirnex, Mêrdîn, Bidlîs û bajarên din gelek kes ji bo perwerdeyê, tên herêmê. Em bi beşdarbûna wan kêfxweş dibin."