Serokomar Abdullah Gul li Qesra Çankayayê ji bo nasandina organîzasyona Gera Bisiklêtê ya Serokomariyê ya 50yemînê bisiklêt ajot û diyar kir ku ev organîzasyon dê bi kêrî nasandina Tirkiyeyê bê.
Di çarçovaya nasandina gerê de organîzasyoneke bi navê "Gera ji bo çapemeniyê ya di Qesrê de " hat kirin û Serokomar Abdullah Gul, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Mûstafa Îsen, Serokê Parêzvanên Serokomariyê Osman Çangal, hin rayedar û endamên çapemeniyê jî di vê gerê de bisiklêt ajotin.
Gul beriya pêşbaziyê bi kesên beşdarbûyî re wêne kişand û di parkûra ku ji 750 mîtroyê pêk tê de bisiklêta xwe ajot û bû yekemînê pêşbaziyê û Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç ji ber vê serkeftinê madalyaya Serokomar Gul dayê. Serokomar Gul piştî pêşbaziyê diyar kir ku ajotina bisiklêtê di cihên kêş de zehmet e û wiha dewam kir: "Ev pêşbazî 50 sal e ku tê kirin û ji bo nasandina wê jî çi ji destê me tê em dikin. Piştî ku ez bûm Serokomar di destpêkirin û yan jî di dawîbûna vê pêşbaziyê de ez teqez hebûm. Ji ber ku ev çalakiyeke werzişê ye çi piştgirî hewce dike divê em bidinê."
Gul destnîşan kir ev cara ewil e ku li baxçeyê Qesrê li bisiklêtê siwar dibe.