2016 ж. 13 желтоқсан•Rojanekirin: 2016 ж. 13 желтоқсан
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê berfê îro dest pê kir û wê heta pêncşemê dewam bike.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, giştiyê herêmê di bin hilmegura nizm a Basrayê da ye.
Li gor texmînê li herêmê hewa pir ewrayî, berfê bibare, bagerê ji hêla başûr û başûrê rojava va were.
Li herêmê bi şev germa hewayê li Îdirê pileyek, li Tuncelî û Erzincanê sifir, li Erdexan, Erzirom û Qersê di bin sifrê da pileyek, li Agiriyê di bin sifrê da 3 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germê li Îdirê bibe 6, Erzincanê 5, Agirî û Tunceliyê 4, Erziromê 3, li Qers û Erdexanê bibe 2 pile.
Qalindahiya berfê li Erdexanê 15, li Agiriyê 10, li Erziromê 9 û li Qersê santêmek hat pîvan.
Rayedar dibêjin heta 15ê berfanbarê roja pêncşemê berfê bibare û bila welatî tevdîrên xwe hildin.