Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê dewam dike.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitandin, herêm di tesîra hulmegura nizim a Îzlandayê de ye, tê texmînkirin ku hewayê ewrsayî û ewravî be, car caran jî berfê bibare.
Li bendê ne ku li Erzincan, Îdir û bakurê Erziromê şilî û şilopeyê, li Qers, Agirî, Erdexan û başûrê Erziromê jî berfê bibare.
Li herêmê bişev germahiya hewayê li Îdirê 5, li Mûşê 3, li Wan, Qers û Ezirganê 1, li Hekariyê 0, li Bidlîs û Erziromê di bin sifirê de 2, li Agiriyê di bin sifirê de 3, li Erdexanê di bin sifirê de 4 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li herêmê biroj germahiya hewayê li Îdirê 10, li Ezirganê 8, li Mûş û Wanê 6, li Agirî û Hekariyê 5, li Erzirom, Qers û Erdexanê 3, li Bidlîsê 2 pile be.
Qalindahiya berfê li Erzirom û Erdexanê 1, li Agiriyê 20, li Bidlîsê 61, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 80, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 90, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 95 santêm hat pîvandin.
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê bişev berfê dest baranê kir û hetanî destê sibê dewam kir. Zarokan bi dilê xwe bi berfê lîstin.