Li Milazgira navçeya Mûşê ji dawiya hefteyê vir ve berf dibare. Hat ragihandin ku ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî Mehmet Aydinoglu, daxuyand ku ji dawiya hefteyê vir ve li herêmê berf dibare, rêyên gund û navçeyên girêdayî navendê, hatin girtin û ji ber vê yekê rojek dibistan tetîl kirin.
Aydinoglu got ku dê xwendekar roja sêşemê dest bi dibistanê bikin û dibistanên herêmê yên leylî di çarçoveya biryarê de nînin.