Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê dewam dike û qalindahiya berfê herî zêde li Bidlîsê 61 santîmêtro hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitandin, herêm di tesîra hulmegura nizim a ku ji Behra Spî ya Navîn de ye. Tê texmînkirin ku hewayê ewrsayî û ewrawî be.
Li bendê ne ku li Ezirganê, Îdir û bakurê Erziromê şilî û şilope bibare, li Qers, Agirî, Erdexan û başûrê Erziromê jî berf bibare.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Îdirê 4, li Mûş, Wan û Ezirganê 2, li Hekariyê 0, li Bidlîs, Qers, Erdexan û Erziromê di bin sifirê de 1, li Agiriyê di bin sifirê de 4, pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li herêmê bi roj germahiya hewayê wê li Îdirê 14, li Ezirganê 13, li Hekarî û Mûşê 7, li Wan, Agirî û Qersê 6, li Erziromê 5, li Bidlîs û Erdexanê 4 pile be.
Qalindahiya berfê li Erziromê 3, li Qersê 1, li Agiriyê 18, li Bidlîsê 61, li navenda xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê 80, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 90, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 95 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê ji ber şepeyê hişyarî dan welatiyan ku bila baldar bibin.