Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de bi 16 pileyan ve li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku hewa cî ciyan kêm wê ewray be û li tevahiya herêmê jî wê germahiya hewayê 2 û 4 pile zêde bibe.
Tê texmînkirin ku li herêmê ji aliyên cuda ve bayekî nerm wê rabe û car caran jî bayê lez û qeweta xwe zêde bike.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di bin sifirê de 16, li Erziromê di bin sifirê de 9, li Mûş û Erzincanê di bin sifirê de 5, li Hekarî û Wanê di bin sifirê de 3, li Bitlîs di bin sifirê de 6, li Erdexanê di bin sifirê de13, li Qersê di bin sifirê de 11, li Îdirê di bin sifirê de 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê ya herî zêde li Îdirê 14, li Erzincanê 13, li Hekariyê 11, li Wanê 8, li Mûşê 7, li Bilîsê 4, li Erziromê 3, li Qers, Erdexan û Agiriyê jî 2 pile be.
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 77, li Agiriyê 32, li Erziromê 17, li Mûşê 12, li Erdexanê 5, li Qersê 4, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 98, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 102, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 140, li Ergana navenda xweşiqitandinê 77, li Çiyayê Kopê 51 santêm hat pîvandin.
Rayedaran ji bo mij, dûman û aşîtê hişyarî de welatiyan dibe ku li ser rêyan mesafeya dîtinê kurt bibe.