Li Tunceliyê Gulşen Temura 47 salî ji bo ku 4 xarziyên xwe xwedî bike ev 9 sale solan boyax dike û wisa debara xwe dike.
Gulşen Temur li bajêr wek "Gulêya Boyaxker" tê nasîn.
Temur ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku 10 sal berê ji ber hin sedemên malbatî 4 xarziyên xwe hildaye li cem xwe û wiha axivî: "Wê demê min got 'gelo ez çi karî bikim ku van zarokan xwedî bikim?' Mirovekî got ku sola boyax bike û min wisa dest bi vî karî kir. Zêde pereyan qezenc nakim, hin rojan bi zorê mesrefa xwe derdixim, lê mecbur im çi bikim."
Temur got ku ewil gelek kesan bi çavên nebaş li wê nihêrîne û gotine here karekî jinan bike û wiha dewam kir: "Lê niha hînê min bûn. Ji bo ku ez bala wan bikşînim dibêjim 'kî solên xwe bi min bide boyaxkirin ez ê çayekî bidim, telefona bêrîkê bidim, kampanyaya me pir dewlemend e.' Bi van henekan ve ez debara xwe dikim. 2 xarziyên min dixwînin û yên din jî dixebitin. Ez ne dayika wan im, lê hewl didim wan xwedî bikim."
Temur bangî jinan kir û roja jinên cihanê pîroz kir.
Ozan Koru û Yildiz Gerçeka ku solên xwe Gulşen Temur didin boyaxkirin jî gotin ku wan berê boyaxkera jin nedîtibûn, lê ji ber ked û jîrbûna Temur ew wê pîroz dikin.