ŞANLIURFA
Jinên kurd ên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê welatê xwe terikandin û xwe spartin Tirkiyeyê ji "8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê" dûr bi zor û zehmetî be jî jiyana xwe didomînin.
Piraniya kesên ku ji Kobanêyê derketin û xwe spartin Tirkiyeyê jin û zarok in. Nêzî 6 meh berê li Kobanêyê şer û pevçûnan dest pê kiribû û kesên ku ji wê derê hatibûn li Sirûca navçeya Rihayê di konên ku AFADê ava kirin de hatin bicihkirin û niha li wê derê dimînin.
Jinên kurd ên ku niha li vê derê dimînin ji "8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê" bêxeber bi zor û zehmetî be jî jiyana xwe didomînin û bi hêvî ne ku di demeke kurt de vegerin welatê xwe. Dayikên di kampan de dimînin rojên xwe bi şûştina cil û bergên malbata xwe, firaqşûştin û paqijiyê derbas dikin û tên bal hev û sohbet dikin.
Li vê derê heke ku wext ji wan re bimîne beşdarî qursa compîter, dirûtin, kuafor û yên din dibin û bi wî awayî be jî piçekî xwe ji bîranînên şer dûr dixin.
- "Şer jiyana me serobin kir"
Narîn Elî ya ku daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku nêzî 5 mehan e ku hatiye Sirûcê û mehek berê jî li vê derê cêwiyên xwe anine dinê û wiha dewam kir: "Me bêriya welatê xwe kiriye, axa meriv ji her tiştî şîrîntir e ji bo me, lê em bi tenê di têlevizyonê de dibînin. Kobanê, warê me serobin kirine û agir berî dilê me dan. Bi îzna Xwedê em ê di demeke kurt de vegerin welatê xwe."