Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de bi 9 pileyî ve li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahîyên ku ji rayedarên Navenda Texmîn û Hişyariya Meteorolojiyê hatin bidestxistin, herêm di tesîra hulmegura bilind a ku ji aliyê Sibiryayê tê de ye û li bendê ne ku li herêmê şilope yê bibare.
Li herêmê hewayê şebeqê sayî be piştî nîvro jî ewrên sayî yê derkevin û li hin cihan jî awrevî be. Dibê ajokar ji bo mij û cemedê baldar bin û tevdîrên xwe bigrin.
Li herêmê germahiya hewayê bi şev li Îdirê 1, li Mûşê 0, li Ezircanê di bin sifirê de 1, li Wan, Bidlîs û Hekariyê di bin sifirê de 2, li Erzirom û Agiriyê di bin sifirê de 4, li Qersê di bin sifirê de 5, li Erdexanê jî di bin sifirê de 9 pile hat pîvandin.
Wer tê texmînkirin bi roj germahiya hewayê li Erdexanê 2, li Erziromê 3, li Qers û Agiriê 4, li Hekariyê 6, li Mûş û Wanê 8, li Ezircanê jî 9 pile be.
Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokenê 20, li Qonaxliyê 21, li Cibitepeyê 22 santêm hat pîvandin.
Li Erziromê ji ber heway sar camên erebeyan qeşayî girtin û rê cemidîn. Li herêmê barîna berfê dem bi dem dewam dike ji ber vê jî rêyên hin gundan tên girtin. Li bajêr di van 15 rojên dawiyê de 10 nexweş ji gundên ku rêyên wan hatibûn girtin rakirin nexweşxaneyan.