Walîtiya Stenbolê diyar kir ku ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê.
Walîtiya Stenbolê daxuyanî da û destnîşan kir ku li gor agahiyên ku ji erkdarên meteorolojiyê hildan, îro heta nîvro berf bibare û dibe ku qeşa çêbe.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat diyarkirin ku ji bo xwendekar îro di rê de nemînin, tengasiyê nekşînin pêşdibistan, dibistana destpêkê, dibistana navîn, lîse, navendên taybet ên perwerde û rehabîlîtasyonê rojek navber dan perwerde û hîndekariyê. Herwiha hat diyarkirin ku îro wezîfedarên astengdar ên ku di saziyên kamuyê de dixebitin û jinên ducanî jî bidestûr bên hesibandin.
Walîtiya Stenbolê, ji ber berfê duh jî navber dabû perwerdeyê.