13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
HEKARÎ
Şaredariya Hekariyê ya ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va bi Biryarnameya Hikmê wê wek Qanûnûnê ye wekîlê şaredar lê hat wezîfedarkirin, xebatên sondajê kir û çavkaniya ava xwarinê dît.
Wekîlê Şaredarê Hekariyê Cuneyt Epcîm ji bo ku pirsgirêkên binesaziyê, kanalîzasyonê û avê bên çareserkirin xebat da destpêkirin.
Tîmên şaredariyê li gundê Otlucayê ji bo avê çavkaniyek dîtin.
Epcîm kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Li Hekariyê cara ewil e xebatên sondajê tên kirin. Emê van xebatên xwe berfirehtir bikin û hejmara çavkaniyên avê zêdetir bikin. Paşê emê van çavkaniyan bi şebekeya xeta avê ya bajêr ve girêdin û pirsgirêka avê çareser bikin.