Li Hekariyê piştî êrîşa endamên rêxistina cihêxwaz leşkerek cangorî bû û li ser vê jetên F-16ê şandin herêmê, di bombebarana jetan da 20 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, destê sibê terorîstan bi tivingan êrîşî yekîneyên ku ji bo parastina hêzên ku xebatên lêgerîna li ser rêya Hekarî/Şemdînlî-Tekeliyê didomandin tevdîr digirtin kirin.
Di êrîşê da hêzên ewlekariyê demildest bersiv dan terorîstan û leşkerek cangorî bû, piştî bûyerê teyareyên F16ê sewqî dewsa bûyerê kirin.
Teyareyên F16ê li ser herêmê firîn û di encama bombebaranê da gelek kozikên doçkayan hatin teqandin û 2 komên ku ji 20 terorîstan pêk dihatin hatin kuştin.