HAKKARÎ
Li Hekariyê otomobîlek gindirî Çemê Zapê. Di qezayê de ji heman malbatê 4 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku Recep Ateş diajot û ji Hekariyê diçû Wanê li mewqiya Pireya Erzîkiyê ya ku 25 kîlometro dûrî navenda bajêr e, gindirî Çemê Zapê.
Di qezayê de ajokar Ateş (47) û xanima wî Necla (45), zarokên wan Bager (14) û Bawer Ateş (17) birîndar bûn. Welatiyên li hawirdor birîndar ji nav otomobîlê derxistin.
Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê û niha tên dermankirin.