ŞIRNAK
Li navend û Silopiya navçeya Şirnexê dijî YDG-Hya rêxistina ciwanan a milê PKKya rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin, di operasyonê de 41 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, li navend û Silopiya navçeya Şirnexê dijî YDG-Hya rêxistina ciwanan a milê PKKya rêxistina terorê ye, operasyonên hevdemî hatin lidarxistin. Di operasyonan de li Şirnexê 25 û li Silopiyê jî 16 kes hatin binçavkirin.
Hat tesbîtkirin ku gumanbar beşdarî mitîngên ku li bajêr hatin lidarxistin jî bûne.
Ji aliyê din ve cendermeyan dema ku li ser rêbeja navbera Silopî û Cizîrê nasname kontrol dikirin, kesekî ku ji ber sûcê "endamtiya PKKya rêxistina terorê" lê digeriyan girtin.
Lêpirsîna derheqê her du bûyeran de jî dewam dike.